Blinken û Çavuşoglu rewşa Efxanistanê gotûbêj kirin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di peywendiyeke telefonî de rewşa Efxanistanê gotûbêj kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragiahnd ku îro 25ê Tebaxa 2021ê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di peywendiya telefonê de pêşveçûnên li Efxanistanê gotûbêj kirine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyê de got: “Blinken îro ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu peywendiyeke telefonê kir. Di hevdîtinê de hevkariya me ya ku li Efxanistanê berdewam e û hewlên bi awayekî ewle veguhestina welatî, hevpeyman û şirîkên me, hatine gotûbêj kirin.”
Herwiha Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û gotiye, îro ligel Çavuşoglu peywendiyeke telefonê kiriye û dibêje: “Tirkiye hevpeymanekî girîng ê NATO ye û li herêmê jî şirîkekî gelekî bi qîmet e.”
Berî niha rayedarên Tirkiyê behsa mana hêzên xwe yên li Efxanistanê ku di çarçoveya NATOyê de Firokxaneya Kabulê diparêzin dikirin. Lê 24ê Tebaxa 2021ê Berdevkê Talibanê Mucahid Zebîhulla diyar kir ku bi ti awayî mana hêzên biyanî li Efxanistanê qebûl nakin.
Zebîhulla got: “Em dixwazin peywendiyên me ligel Tirkiyê hebin lê em hêzên biyanî naxwazin. Pêwîstiya me pê nîne û piştî 31ê Tebaxê emê bi xwe Firokxaneya Kabûlê bi parêzin.”
7 roj mane ku dema Talibanê diyar kiriye bi dawî bibe. Niha çav li ser Tirkiyê ne ku dê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne an jî li wir bimîne.
Rudaw
