EFRÎN - 5 hezar malbatên Ereb li Raco hatin bicihkirin
Çavkaniyekê ji devera Reco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku li bajarokê Reco û gundên bi ser ve, 5000 malbatên Ereb hatine niştecîkirin.
Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, di hin malan de 3 malbatên Ereb hatine niştecîkirin.
Çavkaniyê diyar kir, ku malbat li ser malên bajarokê Reco û gundên ser bi vê bajarokê Efrînê ve tên dabeşkirin û li malên welatiyên Kurd tên niştecîkirin.
Ji dema kontrolkirina herêma Efrînê ve, bi dehan hezar erebên Xûteya Rojhilat, Qelemûn û deverên din ên Sûriyê li herêma Efrînê hatine niştecîkirin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên hin grûpên opozisyona Sûriyê roja 18ê Adara îsal û piştî 58 roj êrişên berdewam derbasî nav bajarê Efrînê bûne û kontrolkirina vî bajarî Rojavayê Kurdistanê ragihandin.
Rudaw
