• Friday, 27 February 2026
logo

Awustralya zêdeyî 650 kesan ji Efxanistanê derxist

Gulan Media August 24, 2021 Nûçe
Awustralya zêdeyî 650 kesan ji Efxanistanê derxist

Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison ragihand ku welatê wî li gel berpirsên New Zealandayê zêdeyî 650 kes ji Firokexaneya Kabula paytexta Efxanistanê veguhestine. Morrison da zanîn ku roja Sêşemê bi 5 firokeyan ew kes ji Firokexaneya Kabulê hatin veguhestine.

Heta niha hezar û 700 kesên Efxanî, Awustralî û New Zelandî ji aliyê Awustralyayê ve ji Kabulê hatine veguhestin.

Piştî ku Talîbanê dest danî ser Kabula paytexta Efxanistanê, piraniya welatên cîhanê balyozxaneyên xwe li wî welatî girtin û dest bi veguhestina diplomat û karmendên xwe kirin.

Welatên endamê NATOyê jî ji bilî welatiyên xwe, hejmarek ji welatiyên Efxanî yên ku li gel hêzên wan kar dikirin ji wî welatî veguhestin, herwiha hejmareke zêde jî ji wan hê li Firokexaneya Kabulê ne û li bendê ne bên veguhestin.

Serokwezîrê Australyayê Scott Morrison wiha got "Şeva borî me zêdeyî 650 kes derxistin. Bi 5 firokeyan, yek ji wan a New Zelandayê bû. Me hejmarek ji xelkên New Zelandayê jî veguhestin. Şeva borî wan jî ligel me xelkên Awustralyayê veguhestin, em spasiya wan dikin. Ligel 650 kesan, heta niha me hezar û 700 kes veguhestine."

 

Rudaw

Top