Grubên tundrê bi wêneyên Seddam sivikayî bi xelkê Efrînê dikin!
Li gor zanyariyên bidest ketin 170 hezar koçberên Efrînê ji ber dagir kirina grubên tundrê yên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê ve koçber bûne û li benda razîbûna artêşa Tirkiyê ne ku wegerin ser mal û milkên xwe.
Çavkaniyên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku grubên tundrê yên Artêşa Azad a Sûriyê hewl dane ku çekdarên grubên li Xutaya Rojhilat a Şamê li gor rêkeftinekê bên dûrxistin, bo bakurê Sûriyê û li ser mal û milkên hemwelatiyên kurd bên bicîh kirin. Lê beşek ji wan çekdaran ev yek red kirine.
Li gor zanyariyên berdest çekdarên grubên tundrê yên opozîsyona Sûriyê wêneyên Seddam Husên li otomobîlan dane û bi vê yekê jî sivikayiyê bi hemwelatiyên kurd dikin.
Seddam Husên xwedî hizir û ramana her kesek kurd xirabiye û ji ber wê jî di dema desthilata xwe de ji sala 1979 – 2003 bi enfal, kîmyabaran û şewitandina çar hezar gundên Kurdistanê ve hewl da jenosoida gelê Kurdistanê pêkbîne û ji ber wê jî bi sedan hezar hemwelatiyên Kurdistanê şehîd ketin.
