Li Semsûrê bi hêza 5.4 pileyên rîxterê erdhej çêbû
Enstîtuya Lêkolînên Erdhej a Resatxaneya Kandil li Zanîngeha Bogaziçiyê ragihand ku seat îro 03.34an erdhejeke bi hêz li navçeya Semîsad a Semsûrê bi kurahiya 14 kilometreyan pêk hatiye. Erdhej bi hêza 5.4 i pileya rîxter çêbû.
Saziya Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê Tirkiyeyê (AFAD) jî ragihand ku bi hêza 5.1ê bi pileya rîxter û bi kurahiya 7 kilometre rû daye.
Herwiha Navenda Lêkolînan a Erdhejê li Amerîkayê (USGS) diyar kir ku erdhêj bi hêza 5.2 pileya rîxter û bi kurahiya 4 kilometreyan qewimî.
Qeymeqamê navçeya Semsîdê Seda Sezîk da zanîn ku ji ber erdhejê 13 kes bi sivik birîdar bûne.
Xelkê Aemdê, Mêrdîn û Êlihê û çend deverên din jî hest pê erdhejê kirine û tirs cemw an çêbûye.
Rudaw
