Biden: Em bi Taliban re di peywendiyan de ne
Serokê Amerîkayê Joe Biden got ji bo ku derbasbûna ewle ya sivîlan misoger bikin, bi Taliban re peywendiyeke nêzik de ne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, wan ji Talîban re gotiye eger êrişî Amerîkiyan bike, dê ew bersiveke bilez û tund bidin wan.
Biden got “Hefteya borî, hefteyeke pir xemgîn bû. Me dîmenên pir xemgîn ên mirovên ku ji bêhêvîtiyê ketine panîkê temaşe kir. Bi temamî tiştekî tê femkirin e. tirsiyabûn. B xemgîn bûn. Ew nizanin ka dê paşê çi bibe.”
Li ser pirsa hilweşîna Efxanistanê, li cîhanê dê bandor li pêbaweriya Amerîkayê bîke an na? Biden wiha bersiv da “ Hevalbendên Amerîkayê ti lêpirsînek di derbarê wendahiya pêbariyê de nekirine. Min tiştek wisa nedît. Ya rastî rewş berevajî ye. Amerîka di rojên dawî de helwestek bibiryar nîşan da.”
Her wiha biden li ser pirsa şandina serbazan bo navenda Kabulê ji bo derketina Amerîkiyan jî wiha got “Bi Talîban re rêkeftinek hatiye kirin û kesên her kesê ku pasaporta Amerîkî heye destûr, destûr hatiye dayîn ku derbas bibin.
Rudaw
