Talîbanê ji hemwelatiyan xwest ji balefirgeha Kabulê derkevin
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li firîngeha Kabul û li dora wê ji roja Yekşemê vir ve 12 kes hatine kuştin.
Reutersê ew agahî bi zimanê karbidestên NATO û Talîbanê ragihand.
Karbidestekî Talîbanê dîyar kir ku ew kuştin ji guleyan yan ji geremolê çêbûne û bang li Afganên mafên wan yên rêwîtîyên tune kir ku vegerin malê.
Wî karbidestê ku navê wî nehat eşkere kirin got ku ew naxwazin li balefirgehê zararê bidin ti kesî.
Talîbanê roja Yekşemê kontrola Kabulê xistibû bin destê xwe û ji wê rojê vir ve li firîngeha wî bajarî geremol çêdibe.
Basnews
