Babacan: Em di serdemeke nijadperestiyê de derbas dibin
Serokê Partiya Devayê Alî Babacan Em di serdemeke ku nijadperestî û cudakarî li Tirkiye û cîhanê pir zêde bûye de derbas dibin. Zimanê cudaker û marjînal ê siyasetê ne rast e. Zimanê siyasetê ne yê ku cihê dikê, yê ku dike yek, pir girîng e. Zimanê siyasetê bandorê li civakê dike.”
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) Alî Babacan ji bo 750mîn salvegera mirina Heçî Bektaş Welî serdan gora wî kir û li wê de rê daxuyaniyek da.
Alî Babacan li ber gora Hecî Bektaş Welî axivî û wiha got “Em di serdemeke ku nijadperestî û cudakarî li Tirkiye û cîhanê pir zêde bûye de derbas dibin. Zimanê cudaker û marjînal ê siyasetê ne rast e. Zimanê siyasetê ne yê ku cihê dikê, yê ku dike yek, pir girîng e. Zimanê siyasetê bandorê li civakê dike. Mixabin, dema ku siyaset cudakariyê bike, bandorên neyînî li ser civakê dike. Ji ber vê yekê, divê siyasetmedar xwedî li zimanê xwe derkevin. Pêwîste ku siyaset ji bo yekitî, hevgirtin, biratî, aşitî û aramiya ku welatê me pir hewce dike bixebite.”
Babacan bang li aliyên desthilat, opozîyon saziyên sivîl kir wiha berdeam kir “Pêdivî ye ku em vê aso û nêrîna ku 800 sal berê li ser vê axê mezin bûbû û ji wê hingê vir de ronî daye tevahiya cîhanê, zindî bihêlin. Ev wezîfeya me ya herî girîng a siyasetmedaran e. Em ji bo wê dixebitin. Me ji bo vê yekê rêyek nû vekir, me ji bo vê yekê dest bi rêyek nû kir. Ez hêvî dikim ku dawiya vê rêyê aştî, aramî, biratî be.”
Babacan got jî “Fikir û hînkirinên Hecî Bektaş Velî, yê ku 800 sal berê şîret li dinyayê kir, ji bo me hemûyan pir hêja ye. Biratî, aştî, aramî pêwîstiya me hemûyan e. Ji ber vê yekê, divê siyasetmedar bi vê berpirsiyariya mezin tevbigerin. Pêwîste ku ew hay jê hebin ku ew çi dibêjin. Jiyana vî welatî tenê bi yekîtî û tifaqê mumkun e. Her kesê ku hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê ye bi hembêzkirina hemî hemwelatiyên me gengaz e”
Babacan diyar kir ku Hacî Bektaş Velî ji bo hemû cîhanê nirxek pir girîng e wiha axivî “800 sal berê, ji bo aştî, biratî û mirovahiyê hewl da. Gotin û felsefeya wî ya ku van rojan ronî dike ji bo me hemiyan pir girîng e. Em qala kesekî pir girîng dikin ku bi ramanên xwe hişmendiyê fêrî hemû mirovahiyê kiriye.”
Rudaw
