Fransayê ji bo naskirina desthilata Talîbanê 5 merc danîn
Fransayê bi 5 mercan dê serweriya Talîbanê li Afganistanê nas bike.
Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afganistanê, roja Yekşemê 15.08.2021 çekdarên Talîbanê ketin nava bajarê Kabûlê û serweriya Afganistanê kontrol kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di kongreyeke rojnemevaniyê de daye zanîn, eger Talîban wan mercan bi cî bîne, wê li ser asta navdewletî were naskirin.
Herwiha Jean-Yves Le Drian destnîşan dike, heta ku Talîban wan mercan bi cî nîne li ser asta navdewletî wê neye naskirin.
Mercên ku Fransayê danîne waha ne:
- Divê rê bidin wan Afganiyên ku dixwazin ji tirsa Talîbanê ji Afganistanê derkevin.
- Rê nedin Afganistan bibe alîyekî aram ji bo terorê.
- Rê bi çûna hevkariya mirovî ji bo ser xaka Afganistanê bê dayîn .
- Mafê mirovan, bi taybet mafê jinan bê parastin.
- Hikûmeteke demkî were pêkanîn.
Basnews
