• Friday, 27 February 2026
logo

Pentagon: Rewşa Balafirgeha Navdewletî ya Kabulê aram e

Gulan Media August 20, 2021 Nûçe
Pentagon: Rewşa Balafirgeha Navdewletî ya Kabulê aram e

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; rewşa Balafirgeha Navdewletî ya Kabul aram e û niha bi hezaran welatî ji Efxanistanê hatine veguhestin.

Berpirsê Karûbarên Lojîstîk ê li Desteya Erkên Hevbeş ên Navenda Artêşa Amerîkayê îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Talîban hejmarek deriyên Balafirgeha Kabulê vekirî hiştine.”

Herwiha ragihand: “5 hezar û 200 serbazên Amerîkayê li balafirgehê belav bûne, da ku rêkarên veguhestina welatiyên biyanî û Efxanî bi awayekî rêk û pêk cîbicî bikin.”

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby jî diyar kir: “Balafirên şer ên Amerîkayê li esmanê Kabul û balafirgehê difirin ji bo çavdêrîkirina rewşê û parastina aramî û balafir di asteke nizm de difirin.”

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat, ku hinek nûçeyan behsa wê yekê kirin ku firokeyeke F-16 ya Amerîkayê bombeyeke deng teqandiye, da ku qerebalixa Efxanan a li derdora balafirgehê belav bikin.

Ji aliyê xwe ve Tevgera Talîbanê jî eşkere kiriye ku ti astengek li ber valakirina Efxanistanê li hember biyaniyan dê neyê kirin û li ti kesekî ku bixwaze biçe derveyî welat rêgirî lê nakin.

 

Top