• Friday, 27 February 2026
logo

Biden: Gefên ji Sûriyê ve ji yên Efxanistanê mezintir in

Gulan Media August 20, 2021 Nûçe
Biden: Gefên ji Sûriyê ve ji yên Efxanistanê mezintir in

Serokê Amerîkayê, Joe Biden berevanî li biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Efxanistanê kir û ragihand, gefên DAIŞ û grûpên tundajo yên li Sûriyê zêdetir in ji wan gefên El Qaîde û grûpên din ku li Efxanistanê ne.

Joe Biden roja Pêncşemê di hevpeyvînekê de li gel kanala ABC a Amerîkî behsa siyaseta îdareya xwe bo vekişîna ji Efxanistanê kir û diyar kir, wî biryareke dirist daye ku mijara hebûna hêzên Amerîkayê li Efxanistanê ji serokekî din re nahêle.

Biden got, gefên ku ji Sûriye û rojhilatê Afrîqayê ve çê dibin, gelek ji gefên ji Efxanistanê ve mezintir in û da zanîn, li Sûriyê û rojhilatê Afrîqayê gefên DAIŞê berfireh dibin.

Bi gotina Biden, hejmara çekdarên DAIŞê li Sûriyê jî zêde bûne.

Serokê Amerîkayê got, êdî bi aqilane nebû ku hêzên Amerîkayê li Efxanistanê bimînin. Biden tekez kir, pêwîst e bala Amerîkayê li ser wan cihan be ku gefa terorê li wan deran mezintir û zêdetir e.

Bi gotina Biden, karekî bi aqilane nedibû eger Amerîkayê bi trilliyon dolarên din li Efxanistanê xerc kiriba û hejmareke zêde ji serbazên xwe li wî welatî bicih kiriba, li şûna ku bala xwe bixe ser gefên terorê li bakur û rojavayê Afrîqayê.

Ew gotinên Biden di demekê de ne, ku ew bi xwe û îdareya wî ji ber biryara vekişîna ji Efxanistanê, rastî gelek rexneyên tund di qada navdewletî de û herwiha li navxweyê wî welatî jî hatine, ku Talibanê piştî demeke kurt karî bi destpêkirina şerekî berfireh, tevahiya Efxanistanê kontrol bike û dest dane ser rêveberiya welat.

 

Rudaw

Top