• Friday, 27 February 2026
logo

Qamişlo- Li dijî otomobîlekê êriş pêk hatiye

Gulan Media August 20, 2021 Nûçe
Qamişlo- Li dijî otomobîlekê êriş pêk hatiye

Li ser rêya Elî Fero ya di navbera rêya M4 û bajarê Qamişlo de, otomobile rastî êrişê hat.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye îro roja pênceşmê li ser rêya Elî Fero ya di navbera rêya M4 û bajarê Qamişlo de ye êriş li dijî otomobîlekê pêk hatiye.

Herwiha ligor zanyariyan ew otomobîl a sivîlan bûye û heta niha çi encamên wê êrîşê nayên zanîn.

Cihê behsê ye duhê jî di encama êrîşên hêzên Tirkiyê li ser gundewarên Hesekê de, 14 kesên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve,duhî gundên ser bi Til Temir û Zirganê ve topbaran kirine.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama topbaranê de jinek û zaroka wê hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hebûn.

 

Basnews

Top