EFRÎN - Çekdarên Sultan Mûrad xelkê bi darê zorê ji gundan derdixe
Çavkaniyekê ji xelkê Barava ji Rûdawê re ragihand, ku roja Şemiyê wate 21ê Nîsana 2018ê, çekdarên Sultan Mûrad 5 malbat ji gund derxistin û ji bo gundê Çema şandin.
Çavkaniyê da zanîn ku niha li nav gundê Barava tenê 3 zilamên wî gundî mane.
Li gorî heman çavkaniyê, berê jî çekdarên grûba navborî 8 malbat ji gundê Barava derxistibûn.
Gundê Barava ji 100 malan pêk tê û tenê 16 malbat vegeriyabûn ser malên xwe lê çekdarên opozisyona Sûriyê 13 malbat ji wan bi darê zorê ji gund derxistine.
Çavkaniya taybet a Rûdawê diyar kir ku çekdarên Sultan Mûrad reftarek pir xirab li gel gundiyan dikirin û malên wan talan dikirin, wan digrin û îşkence dikin.
Rudaw
