Pasaporta Iraqê weke xirabtirîn pasaporta cîhanê hate diyar kirin
Rêzbendiya baştirîn û xirabtirîn pasaportên sala 2021ê yên cihanê hatin diyarkirin û Iraqê duyem welatê cihanê di rêzbendiya pasaportên herî xirab de.
Rêzbendiya pasaportan ji aliyê malpera (Global Passport Power Rank) ji bo pasportên cihanê hatiye kirin û pasaportên Elmanya û Swêd baştirîn pasaportên cihanê ne.
Bingeha rêzbendiya baştirîn û xirabtirbûna pasaportan wergirtina vîzeyê ye.
Ligor wê rêzbendiyê pasaporta Almanya bêyî vîzeyê dikare serdana 139 welatan bike.
Herwiha di rizbendiyê de pasaporta Iraqê duyem pasaporta xirab e li cihanê û di pileya 87an de cîh girtiye û bêyî wergirtina vizayê hemwelatiyên Iraqê dikarin serdana 32 welatan bikin.
Pasaporta Efxanistanê yekem xiraptirîn pasporta cîhanêye û hemwelatiyên Efxanistanê beyî vize dikarin serdana 31 welatan bikin.
Herwiha pasporta Somalê jî di rêzeya sêyem de cih girtiye û hemwelatiyên Somalî jî beyî vize dikarin serdana 36 welatan bikin.
Basnews
