Mistefa Çawreş: Referandûm tewan û xiyanet nîne!
Endamê rêveberiya YNKê Mistefa Çawreş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Referandûm ne tewan e û xiyanet nîne. Ji ber mafê herî rewa yê gelê kurd e. Bê guman sedî 92 xelkê Kurdistanê dengê ‘’Belê’’ daye referandûmê û serokê partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê piştevaniya referandûmê kirine û deng dane.’’
Çawreş got: ‘’Pirsgirêka me tenê ne referandûme, piştî şerê DAIŞê eger referandûm neba jî, dê Iraqê hemû ew tiştên ku naha kirine dê li hember Kurdistanê kiriban. Ji ber wê jî her gelek zulm lê hatibe kirin mafê wî heye bo xwe cîhaneke serbixwe ava bike û biryarê derbarê çarenivîsa xwe de bide.’’
Herwaha aşkera kir ew kesên ku gotinên xirab li ser referandûmê û pirsgirêkên niştimanî dibêjin, herçend bersiva wan hatibe dayîn jî, lê pêwîste ew bixwe bersiva xwe bidin. Ji ber vî gelî gelek şoreş kirin, ku bibe xwedî cîhana xwe û ji bo serxwebûna Kurdistanê deryayek xwîn bexş kir.
Mistefa Çawreş got: ‘’Eger sibê referandûm dîsa bê kirin, careke din ez dê bi dengê ‘’Belê’’ beşdarî refarandûmê bibim. Ji ber me xebat bo serxwebûna Kurdistanê kiriye, başe me me çek bo çiye? Bo ku em pê bên û biçin e? Ji ber vê jî dibe ku qonaxek bê pêş me û em jî bibin xwedî dewletek kurdî û xwedî cîhaneke serbixwe.’’
Basnews
