• Friday, 27 February 2026
logo

PDK û partiya çep ya Almanî têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media August 19, 2021 Nûçe
PDK û partiya çep ya Almanî têkiliyên xwe bihêztir dikin

şanda partiya çep bo serdana Kurdistanê hate vexwandin.
Huşiya Siweyilî serdana parlementoya Almanyayê kir.

Berpirsê têkiliyên derve yên PDKê Huşiyar Siweyilî di çarçoveya serdana xwe ya bo Almanyayê serdana parlementoya vê welatî kir û li gel rayedar û Parlementerên partiya çep ya Almanî civiya.

Di civînê de ku di navbera Huşiyar Siweyilî û Hêlîn Evrim Sûmer de hatiye lidarxistin, her du alî behsa çend mijar û rojevên girîng kirine.

Her di heman civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera PDK û partiya çep ya Almanî hatiye kirin û her du alî amadebûna xwe bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên xwe diyar kirine.

Herwiha Siweyilî bi fermî daxwaz ji şandeke partiya çep ya Almanî kir daku serdana Kurdistanê bike.

 

Top