• Friday, 27 February 2026
logo

Rêveberekî Iraqê ji ber pirsa Talîbanê daxwaza paşxistina lûtkeya Bexdayê dike

Gulan Media August 19, 2021 Nûçe
Rêveberekî Iraqê ji ber pirsa Talîbanê daxwaza paşxistina lûtkeya Bexdayê dike

Rêveberekî Iraqê ji ber dest bi serda girtina Afganîstanê ya ji aliyê Tevgera Talîbanê ve daxwaza paşxistina lûtke ango zîrveya welatên cîranên Iraqê dike.

Piştî rêkeftina Amerîka û Talîbanê û vekêşîna hêzên Amerîkayê ya roja 15.08.2021ê çekdarên çekdarên Talîbanê ketin paytexta Afganîstanê Kabulê û serokomarê wî welatî reviya û Talîbanê temamê Afganîstanê kontrol kir.

Siyasetmedar û damezrînerê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alusî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Nabe Iraq desthilatdariya Talîbanê nas bike.’’

Mîsal Alusî daxwaz dike Iraq helwêstekî ronî li dijî Talîbanê nîşan bide û guh nede Amerîka û Siûdiyê û aliyê din ve jî Tirkiye û Îranê.

Rêveberê Iraqê daxwaz kir lûtkeya welatên cîranên Iraqê bê paşxistin û heta ew dema ku ew welatên ku beşdar dibin, gelo desthilata Talîbanê nas dikin an na û li gor wê biryara beşdarbûna wan bê dayîn.

Biryare vê mehê de li Bexdayê lûtkeya Bexda ya welatên cîranên Iraqê bi alîkariya Fransa û bi amadebûna serokomarê Misrê, nûnerê serokê Îmaratê, Mîrê Qeterê û nûnerên welatên Ewrupa û Amerîka ve birêve biçe.

 

Basnews

Top