• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir

Gulan Media April 22, 2018 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir
Hikûmeta Kurdistanê sed û bîstemîn salvegera rojnamevaniya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û bang li rojnamevan û medyakaran kir rolek baş di parastina aramî û aştiya civakî de bilîzin.

Îro 22 Nîsanê, 120emîn salvegera rojnamevaniya kurdî ye. Rojnamevan û medyakarên Kurdistanê wek her sal, îsal jî vê helkeftê pîroz dikin.

Hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de helkefta han li tevahiya rojnamevan û medyakarên Kurdistanê pîroz kiriye û ragihandiye, cihê serbilindiyê ye ku li Herêma Kurdistanê bi dehan dezgehên rojnamevanî û medyayî bi reng û dengên cuda di atmosferek azad û aram de kar dikin. Rojnamevanên Kurdistanê dikarin bi şêwaz û mêtodên rast û durust, rolek aktîf di parastina vê azadiyê de, ku mafê wan e, bilîzin.

Hikûmeta Kurdistanê li ser hilbijartinên Iraqê jî bang li rojnamevan û medyakaran kiriye, rolek baş di parastina aştî û aramiya civakî de bilîzin û karekî bikin ku hêjayî nav û dengê Kurdistanê û dîroka xebata gelê Kurdistanê be.

Di peyama hikûmetê de rojnamevanên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne, hatine bibîranîn û spasiya wan dezgehan hatiye kirin ku rola xwe ya niştimanî di veguhestina agahiyan li ser wî şerî, lîstine.

Basnews
Top