Kadroyekî PDKê ji aliyê hêzeke Dijetrora YNKê ve hat şehîdkirin
Kadroyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi navê Şaho Izedîn li nahiya Qerehenjîre ya li Kerkûkê ji aliyê hêzeke Dijeterora Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat şehîdkirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, hêzeke Dijetrora YNKê bi bihaneya desteserkirina 2 tometbarên Ereb, bi ser gundê Barzan yê ser bi nahiya Qerehenjîre de girtine. Wê hêzê jî destpêkê gule li mala Şaho Izedîn de reşandin û ew kuştin.
Li gor zanyariyên Peyamêrê K24ê, ew kadroyê PDKê ti pirsgirêka wî bi kesî re nîne û ti pêwendiya wî bi wan 2 tometbarên Ereb re jî nebû.
Peyamnêrê me destnîşan kir, heta niha sedema gulebarana mala Şaho û kuştina wî nayê zanîn.
Birayê wî kadroyê PDKê ji K24ê re ragihand, Şaho bavê 4 zarokan e û ew nizanin sedema kuştina wî çi ye.
Birayê Şaho got jî: “Ez pismamekî xwe em çûn mala Şaho li wî gundi, me dît ku birayê me li koşeke odeyê hatiye kuştin, kamîreyên çavdêriyê hatine şikandin û hared kemîreyan jî birine.”
Herwiha daxwaz kir jî, sedema kuştina biryarê wî were aşkerekirin.
K24
