Erdogan: Amerîka gefa yekemîn a li ser Tirkiyê ye
Erdogan Amerîka bi parastina Fethulla Gulen jî tometbar kir û got: "Em dixwazin ku di çarçoveya yasa û rêketinên navdewletî de, wî radestî Enqera bikin".
Di hevdîtinekê de li gel kenala NTV a Tirkiyê Erdogan gotî: "Amerîka 5 hezar kemyon çek û 2 hezar firokeyên barkirinê tijî çek kiriye û ew gihandiye bakurê Sûrya û bi bihaneya şerê li dijî DAIŞê, ew çekana radestî YPG û PKK kiriye. Ji bilî wê yekê jî, Amerîka 20 bingehên serbazî li bakurê Sûrya ava kiriye, gelo ew bingeh li dijî kê ava kiriye?".
Derbarê rewşa bajarê Minbic, Erdogan red kir ku ew li ser hatina serbazên Frensî qayil bû be û got "Ez bi hêvî me Frensa pêngaveke ji wî awayî navêje û divê Frensa têbigehê, ku Tirkiye li ser ti tiştekî girêdayî operasyona Efrînê bazarê nake û tiştek tine ye ku di wê derbarê de li ser biaxive".
Herwiha got: "Heger Frensa alîkariya YPGê bike, eger heye ku ew dîmenên li Efrînê hatin dîtin, li Minbic dubare bibin".
K24
