• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heşt kursiyên perlemanî ji bo Bakurê Kurdistanê hatin zêdekirin

Gulan Media April 22, 2018 Nûçe
Heşt kursiyên perlemanî ji bo Bakurê Kurdistanê hatin zêdekirin
Piştî ku Perlemana Tirkiyê encamdana hilbijartinên pêşwext, di roja 24ê Hizêranê de, bi piraniya dengan pejirand, 8 kursiyên perlemanî li para Bakurê Kurdistanê hat zêdekirin.

Li gorî ragihandina Komîteya Hilbijartinan ya Bilind a Tirkiyê, li 25 bajarên Bakurê Kurdistanê li gorî hilbijartinên derbasbûyî, 8 kursiyên perlemanî hatine zêdekirin.

Ji bo her yek ji bajarên Batman, Diyarbekir, Xerpêt û Mûş yên Bakurê Kurdistanê, 2 kursiyên perlemanî hatiye zêdekirin.

Di hilbijartinên derbasbûyî de, li Perlemana Tirkiyê 550 kursî hebûn. Lê piştî guhertina destûrê, 50 kursî li perleman hat zêdekirin, ku para Bakurê Kurdistanê ji wê zêdekirinê 8 kursî ne.

K24
Top