• Friday, 27 February 2026
logo

3 çeteyên DIŞI`ê yên ku têkiliyên wan bi dewleta Tirk re hebûn, hatin girtin

Gulan Media August 18, 2021 Nûçe
3 çeteyên DIŞI`ê yên ku têkiliyên wan bi dewleta Tirk re hebûn, hatin girtin

têkiliyên wan li gel Tirkiyeyê hebûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk duh êvarê li gundewarên bakurê Dêrazorê şaneyeke DIŞI`ê ku peywendiya wê bi aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker re hebû, girt.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî belav kirine, duh êvarê QSD’ê şaneyeke çeteyên DIŞI`ê li gundewarên bakurê Dêrezorê girt û gelek çek û cebilxane, alavên peywendiyê, hin mayin û alavên teqemeniyê yên ji bo teqandinê hatibûn amadekirin, desteser kirin.

Navendê wiha da zanîn: “Şane ji 3 terorîstan pêk tê ku bi aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker re di nava têkiliyê de bûn. Her wiha belgeyên ku berpirsyariya wan di çend bûyerên kuştinê û teqînan de piştrast dikin, li ser bingeha perspektîfên wan aliyan, hatin desteserkirin.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Top