Rêveberiya Rojava hejmara dawî ya kuştî û birîndarên şerê Efrînê eşkere kir
Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, ku di encama operasyona Tirkiyê de li ser Efrînê, 501 welatiyên sivîl şehîd bûne û 797 welatiyên din jî birîndar bûne.
Di rapora rêveberiya Rojava de hatiye ziman ku 45 hezar xwendevan ji xwendina xwe dûr ketine û 48 xwendingeh ji encama şer hatine wêrankirin.
Rêveberiya Rojava daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa jî kiriye, ku bi erkên xwe rabin û guhertina demografî li Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ve rawestînin, ku heya niha bi sedan malabatên çekdarên Xûta Rojhilatê Şamê, li wê deverê hatine bicîhkirin.
Artêşa Tirkiyê roja 18 Adara îsal û piştî du mehan şerê giran, devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kir.
Basnews
