Nêzîkî 1500 koçberên ereb derbasî Efrînê bûn
Li gor çavkaniyên heremî duh roja înê (20.04.2018) nêzîkî 1500 koçberên ereb ji herêma Xûtaya Rojhilat bi basan derbasî Efrînê û Cindirêsê bûne û li hember jî koçberên Efrînê yên ku dixwazin vegerin ser mal û warên xwe, rastî astengî û zehmetiyên pir dijwar dibin.
Çavkaniyên dîmen tomar kirine dibêjin ku koçberên Efrînê yên dixwazin vegerin serl malên xwe neçar dibin ku bi saetan di rêyên asê re bimeşin û dema digihin gund û bajarên xwe jî, dibînin ku malanên wan hatine talankirin û hin jî yan hatine wêrankirin yan jî ji aliyê çekdar û ereban ve hatine dagîrkirin.
Li gor dîmenên Rûdawê jî koçber ji ji gundê Aqîbê, berê xwe didin gundê Soxanekê. Herwiha li gorî dîmenan li pêş ew rêbenda ku YPGê radestî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve kiribûn diyar dibe rêbend ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebaran kirin lê asewar hîn diyar in.
Berî Soxanekê rêbendeke hikûmeta Sûriyê heye, koçber neçar in li wir ji otomobîlên xwe dakevin û bi meş rêya xwe bidomînin.
Ji Soxanekê heta Kurzêlê Koçber neçar in di rêyek dijwar û asê re bi meş bidomînin. Koçberên ereb ên Xûte û deverên din, bi bas û bi pasevan bi rehetî û bê asteng li tevahiya herêma Efrînê belav dibin.
Komîteyên pêşwazîkirin, dabînkirina malan û pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst vê niştecîbûn bi rêk dixin.
Li hember jî koçberên Efrînê, bi astengî, zehmetî û dijwariya rê bi meş vedigerin gund û bajarê xwe da bibîn ku malên wan hatine talankirin û hin jî wêrankirin.
Pir caran jî, ji ber ku çekdaran û erebên niştecîkirî dest danîne ser malên we bi cih û çûnê hewandinê dimînin.
Rudaw
