• Friday, 27 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî ji Iraqê daxwaz dike ku Kurdên Êzidî biparêze

Gulan Media August 18, 2021 Nûçe
Mazlûm Kobanî ji Iraqê daxwaz dike ku Kurdên Êzidî biparêze

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li ser kuştina yek ji fermandeyên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Seîd Hesen peyamek belav kir û got: “Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû.” Kobanî herwiha daxwazê jî hikûmeta Iraqê dike ku Kurdên Êzidî biparêze.

Fermandeyê Giştî HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî êrişa duh 16ê Tebaxa 2021ê ya bi rêya firokeyeke bê firokevan li dijî otomobîlek li navenda qezaya Şingalê ku di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûnê, daxuyanî da.

Mazlûm Kobanî dibêje: “Nûçeya şehîdbûna têkoşer Seîd Hesen û kurê birayê wî li Şingala dîrokî, em xemgîn kirin. Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû.”

Kobanî herwiha got: “Divê Hikumeta Iraqê berpirsyariya parastina kêmneteweya Êzidî ku di dîrokê de gelek êş kişandine, hilgire.”

 

Rudaw

Top