Heşda Şeibî: Berpirsekî me li Şingalê hat kuştin
Desteya Heşda Şeibî, îro di daxuyaniyekê de kuştina Fermandarê Alaya 80mîn a Heşdê di bombebaranekê de li Şingalê ragihand.
Di daxuyaniya xwe de, Heşda Şeibî dibêje, ku di encama bombebarana îro ya firokeyeke bê firokevan de bo ser navçeya Şingalê, fermandarekî wan ê bi navê “Seîd Hesen Seîd” li nav qezaya Şingalê hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Heşda Şeibî dibêje: “Fermandarê Fewca 80 a Hêza Êzdî ya jibo parastina Çiyayê Şingalê ya ser bi Heşda Şeibî ve, Seîd Hesen Seîd, di encama bombebarana firokeyeke bê firokevan a nediyar de li nav qezaya Şingalê li bakurê rojavayê parêzgeha Neynewayê hat kuştin.”
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Êriş bûye sedema şehîdbûna kesekî li gel Fermandarê Fewca 80, li gel birîdnarbûna 3 çekdarên din.”
Îro Duşemê 16ê Tebaxê, firokeyeke bê firokevan otomobîlek li navenda qezaya Şingalê kir armanc, ku di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Pêştir peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, di bombebaranê de otomobîlek ji corê Toyota hatiye armanckirin, 6 kes di otomobîlê de bûne, 4 ji wan birîndar bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Di medyaya nêzîkî PKKê de jî hatiye belavkirin, ku firokeyên şer ên dewleta Tirkiyê bazara kevin a li navenda Şingalê bombebaran kirine û di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek birîndar bûye.
Piştî bombebaranê, hêzên ewlekeriyê herêm dorpêç kirin û çûn û hatin qedexe kirin.
Rudaw
