• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka: Lidarxistina hilbijartineke adilane li Tirkiyê zehmet e

Gulan Media April 21, 2018 Nûçe
Amerîka: Lidarxistina hilbijartineke  adilane li Tirkiyê zehmet e
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert diyar kir ku li Tirkiyeyê di bin şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) de lidarxistina hilbijartineke azad, adilane û şefaf gelekî zehmet e û got, em di vî warî de bi fikar in.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di civîna xwe ya çapemeniyê de li ser hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyeyê axivî û got, “Dema rewşa awarte hebe, gelekî zehmet e ku li gorî yasayên tirk û berpirsyariyên navdewletî yên Tirkiyeyê hilbijartineke azad, adilane û şefaf were lidarxistin û haya me ji vê yekê heye.”

Nauert anî ziman ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wisa berdewam kir: “Di demeke wisa rewşa awarte de li ser lidarxistina hilbijartinan em bi fikar in. Helbet em dixwazin hilbijartinên azad û adil bibînin lê di vir de fikara me heye.”

Waar.tv
Top