• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDPê kandîdekî ji hilbijartinên serokkomarê re radegehîne

Gulan Media April 21, 2018 Nûçe
HDPê kandîdekî ji hilbijartinên serokkomarê re radegehîne
Piştî serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Dewlet Baxçelî roja hilbijartinîn pêşwext ragehandin biryare heftiya bê HDPê kandîdê xwe ji hilbijartinên serokatiyê re destnîşan bike.

AKPê xwe yek alîkiriye û Erdogan bo posta serokatiyê kandîd kiriye lê heta niha HDPê bi fermî ti kandîd destnîşan nekirine.

Cîgirê Hevserokê HDP Saruhan Oluç ji medyaya Tirkiyê re ragehand ku, heta niha me zêde guh neda nîqaşên tifaqê. Partiya me HDP ligel endam û berpirsên xwe li hev şêwirî û me biryar da ku em ê di hilbijartina serokkomariyê de ji nav me bi namzedek hêzdar nîşan bidin û me ev ji bo raya giştî jî ragihand. Loma em ê bi namzede xwe û bêyî tifaqeke beşdarî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bibin."

Dengoyeke bihêz heye ku, HDPê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bike nemzadê xwe ji posta serokatiyê re.

Basnews
Top