Reuters: Li Balafirxaneya Kabulê herî kêm 5 kes hatine kuştin
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Balafirxaneya Kabul ya paytexta Efxanistanê bi kêmî ve 5 kes hatine kuştin.
Reutersê ragihand ku ew kuştin dema ku bi sedan kesên li firîngehê hewil dane bi zorê li firokan siwar bibin, çêbûne.
Herwiha ajansê Reutersê dîyar kir ku hîn ne zelal e ku ew kuştin bi guleyan yan bi geremolê çêbûne.
Karbidestekî Amerîka dabû zanîn ku leşkerên Amerîkî bo qelebalixê belav bikin ber bi esmên ve gule teqandine.
Berpirsên li Efxanistanê ser wan kuştinan hîn ti şirove nekirine.
Basnews
