'Li Kurdistanê PDK û li Iraqê jî partiya Ebadî dibin yekem partî'
Rafideyn’in anketinde Kürdistan’da PDK’nin ardından ikinci olan parti Kürdistan Yurtseverler Birliği’nden (YNK) ayrılarak Demokrasi ve Adalet Koalisyonu Demokrasi ve Adalet Koalisyonu’nu kuran Berhem Salih’in partisi oldu.
Li gor wê rapirsiyê piştî PDKê, Hevpeymana Dad û Demokrasiyê ya Berhem Salih, di rêza duyem de cihê xwe digire.
Li gor wê rapirsiyê hilbijartinên parlamentoya Iraqê niha bên kirin, PDK wê li parlamentoyê bi 24 kursiyan were temsîlkirin. Partiya Berhem Salih jî wê 18 kursiyan bidest bixe. YNK wê 15 kursiyan û Yekgirtûya Îslamî jî wê 4 kursiyan bidest bixe.
Li gor Refideynê partiya Ebadî piraniya dengên xwe ji Şîeyan werdigire û piraniya Sunneyan jî dengên xwe didin Tifaqa Welatperwer a ku Îyad Elawî serokatiya wê dike.
Herwiha li gor wê rapirsiyê Tifaqa Nesr a Ebadî li parlamentoya Iraqê 50 kursiyan, partiya ku Heşda Şeibî piştgiriyê didê û Hadî Amîrî serokatiya wê dike ya bi navê Tifaqa Fete 40 kursiyan, partiya Nûrî Malîkî 28 kursiyan û partiya Omer Hekîm jî 20 kursiyan bidest dixe.
Basnews
