• Friday, 27 February 2026
logo

YNK pîrozbayî li PDKê dike

Gulan Media August 16, 2021 Nûçe
YNK pîrozbayî li PDKê dike

hêviya vê yekê dixwaze ku ev boneya han bibe sedema bihêztir kirina yekrêziya nava aliyên Kurdî.
Îro 75mîn salvegera damezrandina PDKê ye.

Îro bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demorkata Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serkirdatî, endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê kir.

YNK di peyama xwe de diyar kiriye ku îro 75 sal bi ser destpêka serdemeke nû ya têkoşîna demokratîk ya Kurdistanê re derbas dibe, lewre em pîrozbayî li Serkirdatî, endam û alîgirên PDKê dikin û hêvî dikin ku ev bîranîna han bibe derfetek bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera PDK û YNK û bihêztir kirina têkilî û hemahengiya navbera tevahiya aliyên Kurdistanî bi awayek ku li gor berejwendî û destkeftên gelê me de be li hember gef û metirsiyên heyî.

Top