• Friday, 27 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê li tirimbîlekê dan

Gulan Media August 16, 2021 Nûçe
Balefirên Tirkiyeyê li tirimbîlekê dan

2 kes ku di nava tirimbîlê de bûne canê xwe ji dest dane.
Li navenda Şingalê li tirimbîlê dane û 2 kes hatine kuştin.

Li gor jêderên berdest, îro duşem balefirên şer yên Tirkiyeyê li navenda Şingalê li sûka kevin ya Şingalê, balefirên şer yên Tirkiyeyê tirimbîleke hêzên ser bi pkkê kirine armanc.

Li gor zaniyariyên berdest, di nava tirimbîlê de 3 kes hebûne û 2 ji wan canê xwe ji dest dane û yeke din jî birîndare.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku tirimbîla ya hêzên ser bi pkkê bûye.

Top