Pasdarekî Îranî 4 endamên malbeteke Kurd qetil kir
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Dîwandere yê ser bi parêzgeha Sine, pasdarek Îranî êrîş kir ser malbatek Kurd. Di encama êrîşa hovane de 4 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin û zarokek jî birîndar bû.
Îro komîteya navendî ya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Komunîsta Îranê-Komele ragihand ku malbatên du endamên hizba wan ji aliyê pasdarek Îranê ve li mala xwe hatine qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Demjimêr 06:00’ê siharê li bajarê Dîwandere, pasdarek yê Îranê bi navê Resûl Fikret bi cilên xwe yên leşkerî ve êrîşê malbata Burhan Dîwarger û Aram Dîwarger ku herdû jî endamê Hizba Komunîstin.
Sopayê Îranê sê cercûr bi ser endamên malbatê de vala kirine. Di encamê de ji bilî dayîk û bavê herdû endamên me hatin kuştin. Herwiha du xwişkên wan yên binavê Pirşîngî (30) û Ninaî (10) jî hatin qetilkirin. Herwiha xwişkek ya wan a din ku temenê 5 salî bu bi giranî birîndar bûye.”
Hizba Komînîst di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Di dema borî de jî ew pasdar çend caran hewla kuştina vê malbatê kiribû. Wan jî ji bo hêzên asayîşê ragihandibûn. Lê tu hewldanên ji bo pêşî girtina komkujiyê nehat kirin.”
