• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî û Kubis pirosesa siyasî û hilbijartinên Îraqê gotûbêj dikin

Gulan Media April 19, 2018 Nûçe
Barzanî û Kubis pirosesa siyasî û hilbijartinên Îraqê gotûbêj dikin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kubis Nûnerê Taybetiyê Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir û di civînekê de çend mijarên giring nirxandin.

Pirosesa siyasî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku biryare di meha gulana îsal de bên encamdan di civînê de hat gotûbêj kirin û bi taybetî behsa beşdariya Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de hat kirin û hêvî hat xwestin ku hilbijartin û pirosesa siyasî li Îraqê serkeftî be.

Pêşhateyên nû yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, karên komîteyên hevbeşên navbera her du aliyan û ew gavên heta niha hatine avêtin weke vekirina balefirxaneyên herêma Kurdistanê û hinartina beşek ji miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û berdewamiya diyalogê çend mijarên din yên civînê bûn û tekîd liser çarserkirina hemû pirsgirêkan bi aşitî û diyalogê hat kirin.

Rewşa Îraqê û deverê û şerê dijî terorê di civînê de hatin gotûbîj kirin.


Top