• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji Serok Barzanî pîrozbahiya cejna Çarşema Sor

Gulan Media April 19, 2018 Nûçe
Ji Serok Barzanî pîrozbahiya cejna Çarşema Sor
hêvî dike cejnên wan bi aramî û xweşî bin
Serok Mesûd Barzanî cejna Çarşema Sor li Êzidiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de, cejna Çarşema Sor li Êzidiyên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir. Herwiha diyar kir ku bi boneya hatina cejna serê sala ola Êzidî Çarşema Sor, ez gerimtirîn pîrozbahî pêşkeşî xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Serok Barzanî wiha domand, hêvîdar im cejna îsal a xuşk û birayên Êzidî rûpeleke nû be bo derbasbûna hemû nexweşiyan û bidawîhatina êş û azaran û bikaribin di bin siya aramî û birayetiyê de cejn û boneyên xwe yên olî bikin.

Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên Êzdî pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî.

Top