Seyîd Eşref Elçî koça dawî kir
Kesayetê navdar ê Cizîra Botan Seyîd Eşref Elçî koça dawî kir. Seyîd Eşref Elçî ku birayê mezin ê Şerafeddîn Elçî bû li nava Botanê weke yek ji nûnerên çanda Botanê ya qedîm dihat dîtin.
Seyîd Eşref Elçî yê kesayetê navdar ê Cizîra Botan ku yek ji endamên despêkê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) bû koça dawî kir.
Elçî 5 rojan li Diyarbekirê di nexweşxaneyek taybet de ji ber lawazbûna dil dihat dermankirin û îro di 13ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da.
Seyîd Eşref Elçî ku bavê Serokê Berê yê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî bû di sala 1934an de li Cizîra Botan hatibû dinê û di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bavê 9 zarokan bû.
40 endamên malbata Seyîd Eşref Elçî di Dadgehên Îstîqlalê de ji ber endamên Azadî bûn hatibûn dadgehkirin.
Seyîd Eşref Elçî yek ji nûnerên berçav ê çanda Botanê bû ku û rûsipîyek bibandor ê Herêma Botanê bû.
Elçî li Goristana Cizîra Botan hat defînkirin.
K24
