Hikûmeta herêma Kurdistanê sersala êzdîyan pîroz kir
Peyam waha ye:
Bi helkefta hatina cejna sersala êzdiyan (çarşema sor) berahiyê hemû wan zarok û jin û genc û pîrên êzdiyan bi rêz û hurmet bi bîr tînîn yên ku li ser destê tîroristan şehîd bûn, cejna kesukar û malbatên wan û malbatên êsîr û girtiyan û hemû êzdyan li Kurdistanê û cîhanê bi germî pîroz diken, hêvîdarîn xuşk û birayên me yên êzdî vê cejna xwe di aramî û tenahiyê da derbas bken.
Bi hêviya ku êzdî û hemû gelê Kurdistanê cejn û helkeftên xwe yên bên di rewşeka baştirda pîroz biken û hemwelatiyên me yên êzdî û hemû aware û penaberên dî ji kempên awareyiyê bi serferazî vegeryabin ser mal û cih û warên xwe yên azad û avedankirî.
Em hemû xuşk û birayên xwe yên êzdî piştrast dikin ku hemû hewlên me ji bo azad kirina xuşk û dayîk û zarok û hemû girtîyên me yên êzdî dê berdewam bin û çi pêwîst be ji bo azad kirina wan dê bête kirin.
Careka din cejna çarşema sor li hemû êzdîyan pîroz be, her sal bi xêr û xoşî.
Hikûmeta herêma Kurdistanê
18/4/2018
