• Friday, 27 February 2026
logo

Xelkê Efxanistanê ji Kabulê direve

Gulan Media August 14, 2021 Nûçe
Xelkê Efxanistanê ji Kabulê direve

Bi pêşketina Talîbanê ber bi Kabula paytexta Efxanistanê ve, li Firokexaneya Navdewletî ya Kabulê bi sedan kes hewl didin wî bajarî bicîh bihêlin. Hefteyeke xelk bi gelek zehmetî dikarin bilêtên derketina ji Kabulê bi dest bixin.

Bi ketina Herat, Kandahar û Laşkar Gaha paytexta Helmand û kontrolkirina wan ji aliyê Talîbanê ve, heta niha du ser sê ji axa Efxanistanê dikeve bin destê Talîbanê û ber bi Kabula paytexta Efxanistanê ve diçe.

Ji aliyekî din ve hikûmeta Amerîkayê biryar daye 3 hezar leşkerên xwe bişîne wî welatî daku hemû karmendên balyozxaneya xwe ji wî welatî vekişîne.

Êrîşên Talîbanê yên dijî hêzên Efxanî di Gulana îsal de destpê kirin, piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar da heta dawiya Tebaxa îsal hemû hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.

 

Top