• Wednesday, 18 February 2026
logo

Êzîdî îro cejna sersalê pîroz dikin

Gulan Media April 18, 2018 Nûçe
Êzîdî îro cejna sersalê pîroz dikin
Oldarê êzîdiyan pîr Seîd ragihand, kurdên êzîdî îro cejna sersala êzîdî pîroz dikin.

Oldarê êzîdiyan li perestgeha Laliş, pîr Seîd ji BasNewsê re got, îro çarşema sor e û kurdên êzîdî li Laliş û hemû gund û deverên xwe cejna sersalê pîroz dikin.

Pîr Seîd her wiha got, meha Nîsanê bo êzîdiyan mehek pîroz e ji ber wê jî di vê mehê de ti kes ziyanê nagihîne erdê her wiha bûk nayên birin ji ber ku Nîsan bûka sirûştê ye û ti bûkekê li ser xwe re qebûl nake.

Wî oldarê êzîdiyan da zanîn, yek ji sembolên din yên cejna sersalê, rengkirin û kelandina hêkan e ku ew jî her yek xwedan wateyekê ne.

Basnews
Top