9 endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê canê xwe ji dest dan
çend tirimbîlên leşkerî jî ji nav çûne.
Li Parêzgeha Selahedînê canê xwe ji dest dane.
Çavkaniyeke ewlekarî ya Îraqê ji çapemeniya vê welatî re ragihand ku, êwara îro çareşm hêzên ewlekarî yên Îraqê dema xwestine paşmayiyên bombe û cebelxaneya terorîstên DIŞIê kom bikin, teqîneke mezin çê bûye.
Di encama teqîna han de herî kêm 9 kes ji endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê canê xwe ji dest dane.
Herwiha di encama teqînê de çend tirimbîlên leşkerî jî hatine têkbirin.
