• Friday, 27 February 2026
logo

Li Rihayê şerê du grûpan: Kesekî canê xwe ji dest da

Gulan Media August 12, 2021 Nûçe
Li Rihayê şerê du grûpan: Kesekî canê xwe ji dest da

Li navçeya Bêrecûkê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grupên penaberên Sûrî de şerê bi kêran derket û kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li Taxa Karşiyaka ser bi navçeya Bêrecûkê, nêzîkê navenda tendirustiyê di navbera du grupên ku penaberên Sûriyê bûne ji ber deynan şer derketiye.

Di encam de penaberê Sûrî yê 30 salî bi navê Habet Valî û 2 welatiyên navçeyê ku dixwestin navbertiyê bikin birîndar bûn.

Hat ragihandin ku kesên birîndar ji aliyê welatiyên derdorê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hatine veguhestin û lê ligel hemû midaxeleyan Habet Valî canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan dest bi lêkolînê kirine û piştî bûyerê Parêzgarê Rihayê Abdullah Erin çûye Bêrecûkê û derbarê bûyerê de agahî wergirtine.

 

Rudaw

Top