• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlementer Mesûd Heyder dev ji tevgera Gorran berda

Gulan Media April 18, 2018 Nûçe
Parlementer Mesûd Heyder dev ji tevgera Gorran berda

Parlementerê Tevgera Gorran di Civata Nûnerên Iraqê de Mesûd Heyder bi yekcarî dev ji Tevgera Gorran berda.

Jêderekî nêzîk ê Parlementerê Tevgera Gorran di Civata Nûnerên Iraqê de Mesûd Heyder ji Kurdistan24 re ragihand, ew Parlementerê Gorran bi yekcarî dest ji Tevgera Gorran û fraksiyona wê li Bexdayê berda.

Di daxûyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya tora civakî ya facebookê belavkiriye, endamê Civata Nûnerên Iraqê Mesûd Heyder ragihandiye, wek çawa di 4 salên borî de û bi bêbinema li ser helwestên wî yên netewî, ji aliyê grûbek diyarîkirî ve, teşhîr û xeber ji wî re dihatin gotin, niha piştî dest ji kar vekşandina wî jî, heman grûb xeberan û teşhîrê arasteyî wî dikin. Navborî amaje bi wê yekê jî kir, hem wek malbat, û hem jî wek kes, herdem wan xebat ji bo xak û xelkê Kurdistanê û ji bo maf û gel bûn e û dibin. Mesûd Heyder dest jikar vekşandina xwe ji Gorran piştrast kir û got, ew dê bêlayen bimîn e û peywendiyê bi tu hizbekî û aliyekî siyasî re nake.

Mesûd Heyder yek ji wan Parlementerên Kurd bû, ku dûr ji nakokiyên di navbeyna aliyên siyasî yên Kurdistanê de, berdewam rexne li siyaseta nerast a hikumeta Iraqê hember herêma Kurdistanê digirt, û li ser pirsên netewî yên Kurd dengek bilind hebû.

K24
Top