• Friday, 27 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Hêzeke Pêşmerge dê biçe wî sînorê ku DAIŞê ketiyê

Gulan Media August 11, 2021 Nûçe
Fermandarekî Pêşmerge: Hêzeke Pêşmerge dê biçe wî sînorê ku DAIŞê ketiyê

Fermandarekî hêzê Pêşmergeyên Kurdistanê li Mexmûrê zanyarî li ser êrîşa çend rojên borî yên DAIŞê li sînorê Mexmûrê aşkera dike û radigehîne ku dê hêzeke Pêşmerge derbasî wan cîha bibe ku DAIŞê naha ketiye wan deveran.

Îro 11.08.2021ê cîgirê berpirsê eniya Mexmûr – Guwêr Lîwa Erselan Mam Wuso derbarê tejî kirina wan valatiyên ewlehiyê yên li sînorê Mexmûrê e ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me biryar daye hêzeke Pêşmerge derbasî wî sînorî bibe ku DAIŞ naha ketiyê û dê li wê deverê bê bicîh kirin. Ji ber DAIŞ li navçeyê dest bi kiryarên leşkerî yên şerê partîzanî kiriye. Sûd ji wê valatiya ewlehiyê wergirtiye ku di navbera me û artêşa Iraqê de heye.’’

Fermandarê Pêşmerge balkêşa ser wê yekê ku ne Pêşmerge diçe sînorê artêşa Iraqê û ne jî ew tên sînorê Pêşmerge. ‘’Valatiyekî ewlehiyê di wê naverastê de çêbûye.’’

Herwaha aşkera kir, piştî êrîşa DAIŞê hêzeke Hêzên Hevpeyman bi awayê tîm hatine navçeyê û raportên xwe vê derbarê de nivîsandine, lê ‘’Ronî nîne ku operasyona hevbeş dê li dijî DAIŞê bê kirin an jî dê çi tedbîreke din bê wergirtin.’’

Erselan Mam Wuso ragehand: ‘’DAIŞ bi awayê grub kar dike, ku ji 12 kesan zêdetir nîn in, bi giştî li Qereçûx heta Sergeran nêzîkî 300 çekdarên DAIŞê hene û beşekî piraniya kiryarên wan revandin û daxwaza pare kirin e.’’

Fermandarê Pêşmerge teqez kir ku biryare du lîwayên hevbeş ên perwerdekirî biçin navçeyên Kurdistanî, lê dema çûna wan nediyare. Ji ber rewşa Iraqê ne guncaw e, ev yek jî girêdayî demê ye û heta çi astê dê biryarên hikûmeta Iraqê bên bicîhanîn.

 

 

Basnews

Top