• Friday, 27 February 2026
logo

Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hate desteserkirin

Gulan Media August 11, 2021 Nûçe
Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hate desteserkirin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nergîz, iro 11ê Tebaxa 2021ê di demjimêrên serê sibê de hate desteserkirin.

Li gor agahiyan polîsan bi ser mala Belma Nergiz ve girtine û piştî pîşkinînê ligel Nergiz çûne avahiya rêxistina HDPê û li wir jî pîşkinîn kirine. Herwiha hate gotin ku polîsan Nergîz desteserkirine û birina Rêveberiya Polîsan ya parêzgeha Muşê û dozgeriyê derbarê Nergîzê biryar daye ku bo 4 rojan di binçav de bimîne.

Lê heta niha sedema desteserkirina Belma Nergîz nehatiye diyarkirin.

Li aliyê din duh li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser çend navnîşanan de girtin û 5 endam û rêveberên HDPê bi tometa “endamtiya rêxistinê” desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, tîmên Şaxa Terorê ya Girêdayî Navenda Ewlakariya Qersê di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarî ya wê parêzgehê de li navçeya Cilawûzê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtine.

Li gor agahiyan di nav kesên desterkirî de serokê navçeya Cilawuzê yê HDPê  Muhendis Katanalp, endamên encûmûna navend û navçeyê  Adnan Çagdavul, Şahin Ili û Ismail T., rêveberê berê yê navenda bajêr Guven Çelik hene. 

Herwiha duh li parêzgehên Wanê û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî bi tometa “endamtiya rêxistina PKK/KCKê” hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek dan destpêkirin û di encam de 7 kes hatin desteserkirin.

 

Rudaw

Top