• Friday, 27 February 2026
logo

Li Duhokê yekem car jinek wek seroka zankoya polîteknîk a Duhokê dest bi kar bû

Gulan Media August 11, 2021 Nûçe
Li Duhokê yekem car jinek wek seroka zankoya polîteknîk a Duhokê dest bi kar bû

Berî du rojan sê serokên nû yên zankoyên parêzgeha Duhokê dest bi kar bûn û yek ji wan jî jineke ku yekem care jinek dibe seroka zankoya polîteknîk a Duhokê.

Seroka zankoya polîteknîk a Duhokê Dr. Arî Adil ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kabîneya nehem ya hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyekî baş dide şiyanên jinan a di karûbarên koordînekirin û wergirtina paye û erkan û belgeya herî berçav jî dest bi karbûna min e, wek seroka zankoya polîteknîk a Duhokê.’’

Herwaha got: ‘’Bêhtirê beşên zankoya polîteknîk a Duhokê pratîkî ne, ji ber wê jî hemû xwandevanên ji vê zankoyê, hem kolej û hem jî peymangehê xwedî şiyan in û dikarin xizmetekî mezin pêşkeş bikin.’’

Seroka zankoya polîteknîk a Duhokê teqez kir: ‘’Planeke baş û bihêz min birêxistin kiriye û amade kiriye ji bo zankoya polîteknîk a Duhokê. Destpêkê jî ezê hewl bidim destkeftên vê zankoyê biparêzim, ku serokê berê yê zankoyê bidest anîne. Piştre jî ezê hewl bidim  bi rêxistin û planeke baş kar bikin bo pêşxistina sektora zanistî li zankoya polîteknîk a Duhokê û elbet hêviya me xizmet kirina gel û welat e.’’

 

Rudaw

Top