• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Şernex şer derket: 3 leşker hatin kuştin

Gulan Media April 17, 2018 Nûçe
Li Şernex şer derket: 3 leşker hatin kuştin
Li Şernexê li herêma Bestler-Dereler endamên PKKê bi ser baregeha Kuyutepe de girtin. Di şer de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku li Şernexê li herêma Bestler-Dereler endamên PKKê bi çek û sîlehên giran êrîşî baregeha leşkerî ya Kuyutepeyê kirin. Leşkerên di baregehê de jî li ber xwe dan û şerekî giran derket. Di encama şer de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Piştî şêr artêşa Tirkiyê li dijî endamên PKKê operasyona bejayî û hewayî da destpêkirin.

Top