Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê digel Erdoganî civîya
Li gor daxuyaniya wezareta plandanan a hikûmeta herêma Kurdistanê wezîrê plandananê Dr. Elî Sindî bi serokatiya şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê ve beşdarî li Kongreya Rahijmendiya Global kiriye, ku dê di navbera rojên 16 heta 19ê Nîsanê 2018ê li bajarê Stenbolê birêve biçe.
Li gor heman daxuyaniyê li tenişt kongreyê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê plandananê li gel wezîrê aborî yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî civiyaye û guftûgo derbarê çawaniya pêşxistina peyvendiyên aborî yên di navbera herêma Kurdistanê û beşên din ên Iraqê li gel Tirkiyê kirine.
Herwaha di yekem roja kongrê de, wezîrê plandananê hejmarek civînên din li gel beşdarvanên din ên kongrê pêkanîne.
Waar.tv
