• Friday, 27 February 2026
logo

Li Duhokê xebatên temamkirina sê bendavan dest pê dikin

Gulan Media August 10, 2021 Nûçe
Li Duhokê xebatên temamkirina sê bendavan dest pê dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesaliyê, bi qasî 4 milyar û 500 milyon dînar ji bo temamkirina sê bendavên parêzgeha Duhokê terxan kir û biryar e di demek nêz de dest bi karkirina wê projeyê were kirin, ku her sê bendav jî şiyana wan a wergirtina zêdetirî 15 milyon sêca av heye.

Projeyên bendavan ji ber qeyrana darayî ji sala 2014an ve hatiye sekinandin, Bendava Xenes jî yek ji bendavan e ku piraniya karên wan hatine kirin.

Rêveberê Bendavên Duhokê Ebdulqadir Mihemed diyar dike: “Mixabin çend sal in xebatên li wan projeyan rawestiyane.” Herwiha eşkere kir: “Heta niha 6 milyar û 300 milyon dînar ji bo Bendava Xenes hatiye xerckirin û zêdetirî %70yê projeyê hatiye cîbicîkirin û tenê %30 maye, ji bo cîbicîkirina temamê projeyê, pêwîstî bi kêmtirî 3 milyar dînar e, lê eger wisa bimîne, ev 6 milyar û 300 milyonên din jî belawela biçe.”

Bendava Sipnedu ku dikeve sînorê nahiya Bamernê, heta niha %41ê xebatên wê temam bûne. Bendava Gelî ku dikeve sînorê qezaya Sêmêl, %40 xebatên wê temam bûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî li ser temamkirina her sê bendavan daye û biyar e di demeke nêz de dest bi temamkirina wan were kirin.

Şarezayê warê bendavan Remezan Hemze vê pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesaliyê girîng dibîne û destnîşan dike ku bi cîbicîkirina van projeyan baweriyek li cem her kesî çêdibe ku êdî hişkesalî bandoreke neyênî li ser Herêma Kurdistanê nake, bi taybetî jî di warê çandinî û avdaniyê de. 

 

K24

Top