Bangeşeya hilbijartinên Iraqê destpê dike
Serokê bazneya hilbijartinan di Komisyona Bilind a hilbijartinên Iraqê de Riyaz Bedran eşkere kir, roja Şemiyê bi fermî bangeşe destpê dike û got jî, beriya destpêkirina proseya dengdanê bi 24 demjimêran bangeşeya hilbijartinan bidawî dibe.
Riyaz Bedran daxwaz ji hemû aliyan kir pabendî rênimayên bangeşeya hilbijartinan bibin.
Li herêma Kurdistanê jî, roja 15ê vê mehê bangeşeya hilbijartinan destpê dike. Ew jî, jiber salvegera karesata Enfalê, ku dikeve roja destpêka bangeşeya hilbijartinan de.
Biryare roja 12ê meha bê hilbijartinên xûla 4em ya Parlemana Îraqê bên encamdan.
K24
