• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rûsya daxwaza civîneke bilez ji Neteweyên Yekbûyî dike

Gulan Media April 14, 2018 Nûçe
Rûsya daxwaza civîneke bilez ji Neteweyên Yekbûyî dike
Rûsya daxwaz dike ku li ser êrişa vê sibê ya ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve dijî hikûmeta Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî civîneke bilez pêk bîne.



Cîgirê Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî ya Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Jabarov ragihand ku Rûsya bi awayekî bilez daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike daku li ser rewşa Sûriyê û êrîşên hêzên hevpeyman bicive.



Vladimir Jabarov got ku niha li ser rewşa qewimî lêkolîn tên kirin û li gor wî divê Rûsya daxwaza civîneke bilez ji Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.



Jabarov, da zanîn ku dubarebûna êrîşên ser Sûriyê bi helwêsta niha ya Rûsyayê ve girêdayî ye.



Vê sibê Amerîka ligel Brîtanya û Fransa êrişî hikûmeta Sûriyê kirin û sê bingehên çekên kîmyayî û navendeke lêkolînên zanistî ya Sûriyê li Şamê kirin armanc.

Rudaw
Top